Dewreya perwerdê ya bi pêşengiya jinan despêkirî qediya

15:06

JINHA

RIMÊLAN - Li Akademiya Zanist û Fikrê Azad Dewreya Şehîd Feysel Ebû Leyla bi coş û moraleke mezin dawî bû.

Li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî Girkêlegê yê Kantona Cizîrê Dewreya Şehîd Feysel Ebû Leyla dawîbû. Dewreya perwerdeyê ya ku di 21'ê tîrmehê de bi tevlîbûna 31 perwerdêran destpêkiribû bi moraleke mezin dawî bû.16 jinên ku di sazî û desteyên Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirin, tevlî perwerdeyê bibûn. Di dewreyê de waneyên rastiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dîroka jin, dîroka jinên şoreşger, sîstema federal, terzê rêveberiya demokratîk, têgîn û tewrî hatin dîtin.

Perwerdeya mehekê berdewamkirî bi kelecanek mezin dawîbû.

(rd/hs/zt)