Leşkeran sivîl gulebaran kirin jinekê jiyana xwe ji dest da

16:02

JINHA

BEDLÎS - Li bajaroka Tatîk a Bedlîsê leşkeran wesayîtekî sivîl gulebaran kirin, welatiyekî jiyana xwe ji dest da 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li bajaroka Tatîkê ya Bedlîsê serê sibehê du wesayîtên li ber Qereqola Tatîkê derbas dibû ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatin gulebarankirin. Leşkerên ku bêyî hişyarî wesayît gulebaran kirin piştre du wesayîtên din jî gulebaran kirin. Di gulebaranê de Îrfan Karaman û Haci Îrfan bi giranî birîndar bûn, welatiya bi navê Reyhan a paşnavê wê nehat hînbûn jî jiyana xwe ji dest da.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.

(zt)