Yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane tên definkirin

16:42

JINHA

DÎLOK - Merasîma definkirina cenazeyên welatiyên di qatlîama Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Di merasîmê de dirûşma "Kujer Erdogan" tê berzkirin.

Di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî daweta welatiyên kurd ên li taxa Beybahçe ya navçeya Şahînbey a Dîlokê de herî kêm 51 welatiyan jiyana xwe ji dest dan bi dehan kes jî birîndar bûn. Merasîma cenazeyên 41 welatiyên ku jiyana xwe ji dest dan li Goristana Yeşîlkentê dest pê kir. Bi hezaran kesên ku di nav de hevserokên HDP, DBP, KCD û HDK'ê jî di nav de tevlî merasîma cenaze bûn.Di merasîmê de gel nerazîbûnek tun nîşanî AKP û Serokomar Tayyîp Erdogan dide. Di merasîmê de dirûşmên "Kujer Erdogan" "Biji Serok Apo" "Bê Serok jiyan nabe" "Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok" "Şehîd namirin" tên berzkirin.

Dorpêça polîs û leşkeran

Li aliyê din polîs û leşkeran goristan dorpêç kirin, ligel dorpêçê jî piştî wecîbeyên olî hatin bicihanîn welatiyan cenaze li ser milên xwe heta li cihê ku bên definkirin birin.

(zt)