Dê rojnameger Zana û Înan derxin dozgeriyê

17:36

JINHA

STENBOL - Gerînendeyê Weşanê yê Giştî Rojnameya Ozgur Gundemê Zana (Bîlîr) Kaya û Midûrê Karê Nivîsan Înan Kizilkaya yên hatin binçavkirin li bendê ye ku sibehê sewqî dozgeriyê bên kirin.

Îfadeyên Gerînendeyê Weşanê yê Giştî Rojnameya Ozgur Gundemê Zana (Bîlîr) Kaya û Midûrê Karê Nivîsan Înan Kizilkaya yên ku di 16'ê tebaxê de piştî rojnameya hat girtin û di serdegirtinê de hatin binçavkirin li midûriyeta polîsan dest pê kir. Li bendê ye ku rojnamegeran sibê derxînin Edliyeya Stenbolê.

(zt)