ROJEVA 22'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Mala Dengbêjan ya li Sûrê bi klamên xwe her kesî dikin heyranê xwe. Yek ji kesên heyarana dengbêjiyê Lorîn Budak (17) ya ku ji Londrayê hatî Amedê ye. Lorînê xeyala wê ya herî mezin bûyîna dengbêje.
*Bertekên malbatên girtiyên ji Amedê sirgunî Girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê kirîn îskence li wan tê kirin her diçe mezin dibe. Malbatan diyar kirin ku îskenca zayendî li zarokên wan kirine, bi rojan bê av hêlane û avêtine hucreyan.
*Li navçeya Nisêbînê 163'ê roje bi aweyek nîv demî 'qedexeya derketinê' lê berdewam dike. Her çiqas dewlet di êrîşa xwe de tahrîbatên mezin li ser derûniya zarokan avakiribe jî cardin dexwazê zarokan başiye. Zarokên ku bi mehane şahidiya komkujiyê bûne dibêjin "Ew ê başî bi serbikeve û nebaşî têk biçe" her wiha azadî û aştiyê dixwazin.