Îskenceya ser girtiyên Tîpa L ya Dîlokê zêde dibin

09:01

JINHA

AMED – Bertekên malbatên girtiyên ji Amedê sirgunî Girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê kirîn îskence li wan tê kirin her diçe mezin dibe. Malbatan diyar kirin ku îskenca zayendî li zarokên wan kirine, bi rojan bê av hêlane û avêtine hucreyan.

Li girtîgehan her roj OHAL ek din zêde dibe. Malbatên girtiyan diyar kirin ku beriya du hefteyan ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê zarokên wan sirgunî Girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê kirine. Malbatan dan zanîn ku îskenceya roja despêkê hîna li ser zarokên wan berdewam dike, ji bo wê jî divê her kes deng bide. Pîra Ferhat Kaya yê 20 salî Zeliha Alkay bilêv kir ku ji ber îskenceyê neviyê wê heliyaye û derbirî ku dê serlêdana suc bike.

‘Hîna îskenca roja despêkê berdewam dike’

Zeliha ya ku roja pêşemê çuyî hevdîtinê tiştên dîtî wiha anî ziman: “Piştî sirgunê du hefteyan bi zorê min karê ez biçin neviyê xwe bibînin. Pêşema derbasbûyî ez çum hevdîtina neviyê xwe. Çend meh bû neviyê min di girtîgeha Amedê debû. Paşê min agahiya sirgunkirina wî ji çapemeniyê bihîst. Dema ku ez çum gel neviyê xwe min dît tiştek jê nemaye. Tevahiya rê ser wan îskence kirine. Di lingê neviyê min de platîn heye, gelek li lingê wî xistine û lingê wî şikandine. Gelek zeyîfbûye, rojê 15 deqeyan ava wan berdidin.”

‘Bi zanebûn twaletên wan xetimandine’

Zeliha destnîşan kir ku heya niha wê nedîtiye evqas îskence li girtiyan hatî kirin û wiha domand: “Bi zanebûn hemû taletên wan xetimandine. Dema ku sirgun kirine li cihê kincên wan hinek kincên pîs ên di depoyê de dane wan. Heta vî temenê xwe min bi vî awayî di aliyê derunî û fîzîkî de tindiya ser girtiyan nedîtiye. Dema nû çune Dîlokê zor li wan kirine ku xwe tazî bikin. 5 rojan di hucrê de hêlane. Îskenca fîzîkî li wan kirine, tayîbetî ji bo şikandina vîna wan xwarin û av nedanê. Çune heya niha kincên wan nedanê.”

‘Ser me jî tindiya derunî kirin’

Zeliha destnîşan kir ku ew jî dibin tindiyê denin û wiha berdewam kir: “Ne tenê girtî ser malbatan jî tindî dikin. Dema em çun ser her derê me lêgerîn kirine, tenê me karî nîv saetê hevdîtin bikin. Ev tenê tiştên me dîtine, xuda dizane yên me nedîtine jî hene. Dema ku em di hevdîtinê de ser serê me 3 gardiyan hebûn. Tindiya derunî li me dikirin. Her tim ji bo me gotinên: ‘Hûn çî daxivin, zu baxivin biqedînin’ digotin.”

‘Bila malbat deng derxin’

Zeliha bilêv kir ku divê kes li hemberî van kirinan bêdeng nemînin, divê malbat jî dest bi çalakiyekê bikin û wiha dom kir: “Bila hemû malbat serlêdana suc bikin, bila her kes li hemberî ya ser van zarokan tên kirin dengê xwe derxînin. Di nava xwe de darbe kirin, lê cardin bedelê wê kurd didin. Piştî OHAL’ê îskenceya ser girtiyan hîn zêdetirbû. Em van kirinan na pejirînin, bila her kes li hemberî van kirinan dengê xwe derxînin.”

(mm/zt)