Jinan bertek nîşanî komkujiya Dîlokê dan
10:01
JINHA
WAN – Jinên ku bertek nîşanî komkujiya Dîlokê dan diyar kirin ku hemba piştî deklarasyona aştiyê ya KCK’ê mirovan dide fikirandin û di komkujiyê de gelê kurd hedef girtine.
Di komkujiya li Taxa Şahinbey ya Dîlokê hat kirin de li gorî nîşaneyên despêkê di navê de jin û zarok jî heyî 51 kesan jiyana xwe jidest daye. Girêdayî komkujiyê ji gelek kesîman bertek tên nîşandan. Jinên Wanê jî li hember komkujiya di salona dawetê de hatî kirin bertek nîşan dan û dan zanîn ku berê li Amed, Pirsûs û Enqerê jî heman tişt kirine.
Hevseroka DBP’a Wanê Gulistan Orhan destnîşan kir ku ji yên ji komkujiyê de jiyana xwe jidest dane piranî jin û zarokin û derbirî ku tayîbetî daweta kurdan hilbijartin û çend saet piştî deklarasyona aştiyê ya KCK’ê tiştek wiha kirin mirovan dide fikirandin.
'Şidet şidetê avadike'
Gulistan bilêv kir ku bi salane li hember banga gelê kurd a aştiyê hikumet politikaya helandinê pêşdixe û wiha domand: “Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê komkujiyan destpêkirine. Her dem gelê me li hember komkujiyên bi destê AKP’ê tên kirin xwediyê seknek serbilindin. Em gelê kurd bi salane van komkujiyan dijîn. Bi pilanên înakr, îmha û bişaftinê her dem ser gelê me de tên, lê biserneketin, dê cardin bisernekevin. Em weke HDP vê êrîşê şermezar dikin û dizanin ku pêdiviya gelê Tirkiyê bi aştiyê heye. Her dem şidet şidetê bi xwe re tîne. Divê deshilata heyî guh bide banga hatî kirin û li gora wê gav bavêje.”
'Em heya dawiyê aştiyê dixwazin'
Ji Rêvebera HDP’a Wanê Dîlek Akdogan jî piştî Rojava berdewam kirina hovitiya DAIŞ’ê li Tirkiyê bibîrxist û got: “Weke gel bersiva me aştiye. Gotinek bedew a Birêz Abdullah Ocalan ser aştiyê wiyahe: Aştî ji şer zortire. Em jî heya dawiyê aştiya zor dixwazin.”
'Em her roj bi mirin û komkujiyan radibin'
Hevseroka Sarayê Zîlan Aldatmaz jî ji bo hemû malbatên di komkujiyê de xizmên xwe windakirî sersaxî xwest û got: “Em her roj bi mirin û komkujiyan radibin û dest bi rojê dikin. Ev tenê ne komkujiya DAIŞ’ê ya despêkê ye, bi qasî em dizanin hîna ti rêxistinan ev negirtiye ser xwe, lê ji tarzê wê dişibe ya DAIŞ’ê. Ev komkujî nikarin çavê me bitirsînin û em ê ticarî gav paşde navêjin.”
(db/zt)