Gelê Hesekê ji ber şer berê xwe didin herêmên ewle

10:57

Gulan Botan-Roza Hiso/JINHA

AMÛDÊ/QAMIŞLO- Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê ji ber topbarana rêjîma Sûriyê û pêxwasên wê, berê xwe dane herêmên ewle. Welatiyên ku li bajarê Qamişlo û Amûdê bi cih bûne derbarê rewşa Hesekê de nerînên xwe bi mera parve kirin.

Ev 7 rojin ku şerek dijwar li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê di navber Hêzên Asayîşê û rêjîma Bees û pêxwasên wê de diqewime. Di encama şerê dijwar û topbarana bajar de sivîl berê xwe didin herêmên ewle. Li bajarê Qamişlo û Amûdê jî hejmarek ji gelê Hesekê li dibistanan bi cih bûne, her wiha hin ji wan li gel xizmên xwe bi cih bûne. Meclisa Gel a bajarê Amûdê û Mekteba Karûbarên Rêxistinan ji bo piştevaniya gelê bajarê Hesekê zend û bendê xwe badan Li Qamişlo jî alîkarî bi gel re tê dayîn. Welatiyên ku neçar mane dev ji bajêr berdin nêrînên xwe ligel me parvekirin.

Gel piştgiriyek mezin da

Asya Ehmed ya ku ji taxa Til Hecere û li Amûdê bi cih bûye, diyar kir ku topbarana rêjîma Sûriyê hember gel berdewame û wiha got: "Em ji ber topbarana rêjîma Baas'ê neçar man ji bajêr derkevin. Gelê Amûdê em bi dilekî vekirî pêşwazî kirin û alîkarî dan me. Ez serkeftinê ji YPG'ê re dixwazim û berxwedana wan silav dikim."

Zaroka bi navê Ebîr Ehmed jî anî ziman ku ew ji koçberên bajarê Himsê ne û berê xwe dane bajarê Hesekê û wiha domand: "Ji ber şerê li bajarê Himsê me berê xwe dabû bajarê Hesekê. Lê niha ji ber şerê li Hesekê em hatin bajarê Amûdê. Gelê vê derê jî em bi dilekî fireh û kêfxweşî pêşwazî kirin. Em gelek kêfxweş in bi alîkariya wan û em serkeftinê ji YPG'ê re dixwazin."

Ayda Ewad Hemîd ya ji taxa Umrane wiha got: "Em saet 10'ê şev ji ber topbarana rêjîma Baas neçar man û me berê xwe da bajarê Amûdê. Li vir em bi aramî dijîn. Ji ber topbaranê me tiştek bi xwe re nanî, lê gelê Amûdê alîkariya bi hemû cureyan dan me, em spasiya wan dikin."

Helwa Mustefa jî da zanîn ku ji ber topbarana rêjîmê ew gelek tirsiyane û wiha dirêjî da gotina xwe: "Me berê xwe da bajarê Amûdê. Heya niha jî şer di navber YPG'ê û rêjîma Bees a Sûriyê de berdewam e. Em serkeftinê ji YPG'ê re dixwazin û berxwedana wan silav dikin."

Jina ereb Rîm Ehmed Elhesen ya ku ji bajarê Dêra Zorê ye û koçî Hesekê bûbû got ku, ew berî 5 salan ji ber çeteyên DAÎŞ'ê koçberî Hesekê bûye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em berî 5 salan ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê reviyan û em hatin Hesekê, niha jî em ji ber êrîşên rêjîma Bees hatine bajarê Amûdê. Em pir spasiya gelê kurd dikin ku bi her aweyî piştgirî dane me. Vê carê jî bi dilekî mezin em himêz kirin û alîkariya me kirin."

Her wiha hejmarek ji welatiyên bajarê Hesekê berê xwe dan bajarê Qamişlo û li dibistana Navîn a Ebdullwehab Meqsûd a taxa xerbî bi cih bûn. Yek ji welatiyên bajarê Hesekê Ula Salih wiha qala şert û mercê xwe kir: "Ez dayka 4 zaroka me, em dixwazin vegerin malên xwe. Xelkên Qamişlo alîkariya me kirin û em bi tenê nehiştin. Em spasiya wan dikin."

(hs/rc)