‘Bersiva muzakereyan bû komkujî!’
12:13
JINHA
STENBOL – Jinên bertekên xwe ji bo komkujiya Dîlokê anîn ziman diyar kirin ku piştî daxuyaniya KCK’ê êrîş li hember aştiyê pêkhatiye û wiha gotin: “Me bikujin jî, di komkujiyan bi ser me de bînin jî em ê dest ji niyetên xwe yên aştiya demokratîk bernedin.”
Jinan bertekên xwe li hember komkujiya Dîlokê diyar kirin û dan zanîn ku piştî deklarasyona muzakereyan a KCK’ê li hember hevkarên aştiyê bi zanebûn hatiye kirin. Nilufer Ulaş destnîşan kir ku komkujiya Dîlokê li hember aştiyê pêkhatiye, dê ticar bi komkujiyên wiha nikaribin çavê gelê kurd bidin tirsandin û wiha axivî: “Em li benda bersivek a muzakereyanbûn, dewletê bi bombeyan bersiv da. Ew bi komkujiyan nikarin me ji daxwaza me ya aştî û demokrasiyê bide paş. Em ê ji hikumeta desturê dide komkujiyan jî hesabê bixwazin.”
‘Her dema ku ji bo aştiyê gotin hene komkujî kirine’
Nurşen Akbal jî bilêv kir ku komkujiya Dîlokê tenê ne li hember gelê kurd, li hember hemû gelan hatiye kirin û wiha domand: “Di vî welatî de her qala aştiyê hatiye kirin, piştî wê jî komkujî kirine, bi komkujiyan bersiv dane. Em her dem dibêjin em mirina kesê naxwazin. Ger em ji welatê xwe hez dikin, ji bo dayikên me negirîn, divê em ji komkujiyan re bêjin bese.”
‘Piştî her komkujiyê kurd hin zêdetir bihêz dibin’
Filiz Vural jî da zanîn ku beriya komkujiyê agahiya dewletê pê çêbûye û wiha berdewam kir: “Ahmet Davutoglu digot: ‘Heya ku bombeyên zindî xwe neteqînin em nagirin.’ Ev jî tê wateya haya dewletê ji her tiştî heye.”
‘Bi îsrar em ê daxwaza aştiyê bikin’
Leyla Guzel jî wiha axivî: “Dê dawiya Erdogan jî weke ya hemû diktarotanbe. Em dizanin bi çuna wî re jî dê ziyan bigihe gelek mirivên bêguneh.”
(tm-bk/zt)