Kongra Star komkujiya Dîlokê bi tundî şermezar kir

12:16

JINHA
QAMIŞLO- Kongra Star komkujiya Dîlokê ya bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. Kongra Star got: "Êş û birîna gelê me ya Dîlokê êş û birîna me ye, bêguman wê gelê kurd hesab bipirse û xwediyên vê kiryara hovane wê hesab bidin."

Kongra Star têkîldarê komkujiya Dîlokê bakûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya Kongreya Star bi vî aweyî ye:

"Em weke Kongra Star di serî de bejna xwe li beramberî şehîden komkujiya Dîlokê jiyana xwe ji dest dane ditewînin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Em vê komkujiya ku welatiyên sivîl hedef girtiye bi tundî şermezar dikin. Tişta herî balkêş ew e ku ev komkujî piştî ragihandina deklersyona KCK'ê ya çareseriyê rû da. Hikûmeta AKP'ê bersiva vê deklersyonê bi komkujiyê da. Ev nezîkatiya AKP'ê jî tê wateya ku dijmintiya xwe bi kurdan re hîn kûrtir kiriye. Çawa ku Erdogan li Qamişlo welatiyen sivîl hedef girtin, li bakurê Kurdistanê jî heman tiştî dike. Hişmendî heman hişmendiy û rêbazê komkujiyê jî heman rêbaz e.

Rêbazê qirêj ê hikûmeta AKP'ê pêktîne tenê kaosa heyî kûrtir dike û rê li pêşiya çareseriya pirsgirêkan digire. Lê li beramberî komkujiyên bi vî rengî tu caran gelê kurd serî natewîne. Çawa heya roja îro li dijî hişmendiya nijadperest têkoşîn daye meşandin, wê ji niha û şûnde jî têkoşîna li dijî hişmendiya paşverû heya dawiyê bide meşandin.

Weke ku diyar dibe hêza dewleta Tirkiyê ya ku li dijî hêza gerîla şer bike nemaye, ji bo vê yekê welatiyên sivîl hedef digre. Li dijî vê siyaseta hovane divê dewleta Tirkiyê hesab bide. Divê hemû saziyên ku xwe bi navê mafê mirovan nav dikin, li dijî kiryarên dewleta Tirkiyê bêdeng nemîn in. Bêguman wê gelê kurd hesab bipirse û xwediyên vê kiryara hovane wê hesab bidin. Careke din em vê kiryara hovane şermazar dikin, êş û birîna gelê me ya Dîlokê jî êş û birîna me ye."

(hs/rc)