Li Navenda Giştiya HDP’ê ji bo Dîlokê şîn hat îlan kirin
12:25
JINHA
ENQERE - Li Dîlokê piştî qetilkirina 53 kesî, ji hêla saziyên kurd ve bo 3 rojan şîn hatibû îlankirin. Di baregeha vê şînê de, li avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan pankarteke reş î mezin hat daliqandin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) , piştî komkujiya li Taxa Beybahçeyê ya Şahînbeya Dîlokê ya li dijî daweta kurdan pêk hat, di baregeha şînê de pankareteke reş î mezin li avahiya xwe daliqand. Di baregeha şînê ya bo sê rojan ji hêla saziyên kurd ve hati îlankirin de, li Navenda Giştî ya HDP'ê, li avahiyên wê yî bajar û navçeyan paçên reş ên remza şînê ne hatin daliqandin.
Piştî qetilkirina li Dîlokê, ji aliyê HDK, HDP, DBP û KCD'ê ve bo 3 rojan şîn hatibû îlankirin.
(zt)