Jinên Kobanê ji bo Rêberê PKK'ê gul avêtin çemê Firatê

16:06

JINHA

KOBANÊ - Li Kobanê bi pêşengiya Kongra Star û dehan jinên xebatkar bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gul avêtin nava ava çemê Firatê. Jinan gotin: "Sedema hatina me ya ligel Çemê Firatê ew e ku ev av diherike grava ku Rêber Apo lê dimîne ye. Em van gulan jî ji bo azadiya Rêbertiyê xwe davêjin avê."

Li Kantona Kobanê bi pêşengiya Kongra Star û xebatkarên jin di çerçoveya hemleya “Azadî Ji bo Serok Apo” îro çalakiyek bi wate pêk anîn. Jinan di çalakiya xwe de berê xwe dan Çemê Firatê û gul avêti avê. Jinan diyar kir ku gul tê wateya aştiyê, ji ber vê ew gul davêjin avê.

Jinên ku li ser Çemê Firatê kom bibûn beriya ku gulan bavêjin avê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Kongra Star Sara Xelîl ve hate xwendin. Sarayê anî ziman ku têkoşîna jinan bi seya felsefa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gihêştiye vê astê û wiha domand: "Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Rêber Apo bi felsefeya xwe tu cudahî nexiste navbera pêkhateyan, lê hikûmeta AKP'ê tecrîdeke giran li ser Rêberê me dimeşîne. Em bi navê tevahî jinên Kobanê bang CPT'î dikin, divê encamê hevdîtinê xwe bi raya giştî re parve bike. Îro sedema hatina me ya li cem Çemê Firatê jî ew e ku ev av diherike grava ku Rêber Apo lê dimîne. Em van gulan jî ji bo azadiya Rêberê xwe davêjin çemê."

Sarayê şerê li Hesekê û komkujiya Dîlokê jî bibîr xist û wha pê de çû: "Em wan hêzên ku dixwazin fitneyê derxin û wekheviya gelan ya li vir tê jiyîn xera bikin, şermezar dikin. Em banga hemû netewan jî dikin li hemberî vî şerî bi yek helwestê bisekinin û bi hev re jiyan bikin. Her wiha em komkujiya Dîlokê jî bi tundî şermezar dikin. Komkujiya hovane ya ku li dijî şahiyeke kurdan pêkhat, gelek mirovan jiyana xwe jidest dan û gelek ji wan jî birîndar bûn. Em sersaxiyê ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane dixwazin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Em careke din jî tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin."

Çalakiya jinan bi dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî serok Apo" bi dawî bû. Jinan di dawî de piştî gul avêtin çama Firatê belav bûn.

(rê/hs/rc)