Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê avakirina xwe îlan kir

16:29

JINHA

MINBIC – Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê îlankirina xwe ragihand.

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Cerablûsê îlankirina xwe daxuyand. Daxuyanî qadeke bakurê bajarê Minbicê, ji aliyê Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Abdulsettar El-Cadir ve hat xwendin. Abbdulsettar li ser navê Meclîsa Leşkerî daxuyanî xwend, Dewleta Tirkiyeyê hişyar kir da li ser xaka bajarê Cerablûsê û temamiya Sûriyeyê bi kiryarên dijminane tevnegere.

Abbdulsettar dest nîşan kir ku, eger kirarên dijminane pêk werin, dê meclîsa wan bêdeng nemîne û ji bo parastina sivîlan û herêmên xwe, ew dê li gorî qanûnên navnetweyî tevbigerin. Abbdulsettar destnîşan kir ku derbaskirina çeteyên DAIŞ'ê û yên din ên di ser sînorê Cerablusê de pêk tên jî, wekî hewldanên tarûmarkirina aramî ût ifaqa Sûriyeyê nirxand.

Abdulsettar El-Cadir got ku dema bajarê Minbic û gundên wê ku nêzî herêma Cerblusê ne bi alîkariya şervanên QSD’ê hate rizgarkirin, Tirkiyeyê lez da kiryarên xwe yên dijminane û wiha berdwam kir: “Dewleta Tirk komên çekdar ên girêdayî xwe ku çeteyên DIAŞ’ê jî di nava de ne, bi hejmareke mezin tevdigerîne û ew li noqeteyên sînor bi cih kirine. Ji vê yekê armanca wan ew e ku, aramiya li Sûriyeyê tarûêmar bikin. Di demên dawî de kiryarên wan zêde bûn û kûrtir bûn. Planên qirêj pêk tînin, ji bo destkeftiyên gelê me têk bibin.”

Abdulsettar bal kişand ku Tirkiyeyê bi derbaskirina komên çekdar ên terorîst ku girêdayî rêxistina El-Qaîdeyê ne dixwaze herêmê dagir bike û wiha pê de çû: “Bi riya komên terorist ên girêdayî El-Qaîdeyê ku li Heleb û Minbicê bi serjêkirina zarokan xwe didin nasîn, bi alîkariya yekîneyên taybet ên îstîxbarata Tirkiyeyê û hêzên wan ên li ser xaka Sûriyeyê dixwazin, herêmên Cerablûsê yên xweşik dagir bikin. Ev yek bi riya peymanên di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê ên terorîst de pêk tên.”

Fermandar Abdulsettar got ku Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê rêjîma Tirkiyeyê hişyar dike û wiha got: “Em Dewleta Tirk hişyar dikin ku li dijî xaka Sûriyeyê û pêkhateyên wê û bi taybet herêma Cerablusê kiryarên dijminane pêk neyîne. Em eşkere dibêjin ku em ê bêdeng nemînin û em ê bersiva hemû kiryarên dijminane bidin. Em ê gelê xwe li gorî qanûnên navneteweyî biparêzin. Ev welat ji her kesî re nabe meydan. Parastina ewlekariya herêmê erka me ya exlaqî û qanûnî ye. Ev dikeve ser milê civaka wê û gelê we. Ew ê bersiva hemû kesên êrîşkar bidin. Em wan komên çekdar ên li gorî fermana Tirkiyeyê tevdigerin jî hişyar dikin, bila dest ji kiryarên xwe berdin.”

Di dawiya daxuyaiyê de Abdulsettar El-Cadir bang li Koalîsyona Navdewletî ku Amerîka serkêşiya wê dike kir ku li gorî sozên xwe yên parastina herêmê ji destwerdana dewleta Tirkiyeyê tevbigere û li dijî hewldanên destwerdanan di xaka Sûriyeyê de derkevin. Abdulsettar El-Cadir got ku ew ê bersiva hemû êrîşkaran bidin.

Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê û Gundewarên wê ji tabûrên Firat Cerablus (Cewadira), Ehrar Cerblus û Tabûrên Siqûr Cerblusê pêk tê.

(kom/rc)