Nijadperestan êrîşî merasîma cenaze kirin

16:47

JINHA

DÎLOK - Komên nijadperest êrîşî merasima cenazeyên Kumru Îlter û Ahmet Toraman ên di Komkujiya li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dabûn kirin. Komên nijadperest bi siloganên "Tekbîr" ketin nava gorîstanê û êrîşî welatiyan kirin.

Zaroka 13 salî Kumru Îlter û Ahmet Toraman ku temenê wî nehat zanîn di komkujiya li Dîlokê de birîndar bûbûn. Piştî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên anîn Goristana Yeşilkentê ya Dîlokê. Malbat û xizmên zarokan ku xwestin cenazeyan li goristanê defin bikin komên nijadperest bi tekbîran êrîş kirin. Komên nijadperestan bi siloganên "Tekbîr" "Cenazeyên leşkeran heye" berz kirin û xwestin bibin asteng. Piştî wekîlê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul bi walîtiyê re hevdîtin kir û fêr bû cenazeyê leşkeran tune xwestin cenaze defin bikin. Lê koma nijadperestan dîsa teni nava goristanê û êrîş kirin. Her çend leşker û polîs hatin goristanê jî mudaxaleyî koma nijadperest nekirin. Piştî wekîl hat ser goristanê û tev li merasimê bû, leşkeran koma nijadperest derxistin dervê goristanê.

Piştî koma nijadperest derxistin dervê goristanê malbatan cenazeyên zarokên xwe defin kirin.

(zt)