Fermandarê Meclîsa Leşkeriya Cerablusê hat qetilkirin
08:10
JINHA
MINBIC – Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Abdulsettar El-Cadir, ji aliyê endamên MÎT’ê ya Tirkiyeyê ve hat qetilkirin. 2 Endamên MÎT’ê hatin girtin.
Îro Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Abdulsettar El-Cadir bi daxuyaniyekê îlankirina Meclîsê ragihand û got ku dê li dijî planên Tirkiyeyê yên dagirkirina Cerablusê bisekinin. Piştî vê daxuyaniyê hat diyarkirin ku Abdulsettar hat qetilkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) hat diyarkirin ku Abdulsettar 3 saet piştî daxuyaniyê ji aliyê sîxurên Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) ya Tirkiyeyê ve li eniya Şêxler di encama suîkastê de bi giranî birîndar bû.
Abdulsettar rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Piştî êrîşê 2 sîxurên MÎT’ê ku rola wan di suîkastê de heye ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê ve hatin girtin. Hate fêrbûn ku lêpirsîna herdu endamên MÎT’ê hatiye destpêkirin. Çav li rê ye ku Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê wê di saetên pêş de têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.
(zt)