ROJEVA 23'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Di bin bana Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ji bo zarokên Sûrê Atolyeya Wêneyan hat vekirin. Wêneyên zarokên tevlî atolyeyê bûn di rojên pêş de wê bi pêşangehekî bên pêşkêşkirin.

*Endama Komîsyona Hiqûqê ya DBP’ê Gulya Koca Ozturkoglu binçavkirina hevşaredarên DBP û endamên PM’ê nirxand û got ji 15’ê Tîrmehê û vir de hewl didin daneyên têkildarî binçavkirin û binpêkirinan de berhev bikin û got 250 serdegirtinên malan hatine kirin û 400 welatî di bin çavan de ne.

*Ebru Atîlla Sagay ku endezyarek serkeftî bû, ferq dike ku ji bilî pereyan tiştekî ji zarokên xwe re nahêle û şanoyek yek kesî ava dike. Ebruyê girîngî da zimanê jinê ya di şanoyê de. Malbata wê ji lîstikên Ebruyê dibêjin ‘wê te zindî zindî bişewitînin’, lê ew dest jê bernade.

*Jinan têkildarî şerê topyekun yên li seranserê welat û komkujiyên têjiyîn gotin: “Werim em dayikên Kurd-Tirk bibin yek û bila canê ti dayikekî neşewite. Bila ewladê kesî nemire.”

*Endama KJA’yê Emîne Adibellî ji ber tevlî daxuyaniya ji bo Eylem Ataş ku li Mînbîcê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, bû û di çalakiyê de wêneyê Eylemê hilda, ji bo îfadeyê gazî kirinê. Emîneyê got: “Parastina jineke ku li dijî dijminê jinê şer kir, peywira me hemû jinaye.”

*Mamosteyên jin ên ereb derbarê tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin kirin û got: "Çima Rêberekî wek Abdullah Ocalan ku ji bo azadiya gelên bindest û jiyana azad bi salên dirêj têkoşîn daye meşandin, evqas tecrîdeke girankirî li ser tê meşandin."

*Xwaringeha Çarçêla bi berhemên gelêrî û herêmî çandek dewlemend daye avakirin. Jinên ku di Xwaringeha Çarçêla de dixebitin gotin: "Li Xwaringehê em jinên suryan û kurd dixebitin. Li Xwaringehê em xwarinên gelêrî û herêmî ya kurd û suryaniyan çêdikin."

*Li gundê Baterê dema çinîna simaqê hatiye. Jinên gund bi hev re berê xwe dane nava dehlan û çinîna simaqê.

*Hevseroka Giştiya DBP’ê Sebahat Tuncel, komkujiya Dîlokê û helwesta hikumetê li beramberî komkujiyê nirxand. Sebahat diyar kir ku yên komkujiya Dîlokê kirin Tirkiye û azadiya gelên Tirkiyê naxwazin û hewildidin şerê navxweyî li Tirkiyê bidin despêkirin

*Di 2'emîn Mihrîcana Fîlman Amedê a bi dirûşmeya "SÎnemayên Bêsînor" dê îsal herî zêde cih bidin mijara jinan. Endama Komeleya Akademiya Sînameyên Rojhîlata Navîn Rojhîlat Aksoy Degîrmencî di derbarê mîhrîcanê de axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku jinan bi sînemeyê ji gel re vebêjin.