'Em dest bidin hev û pêşî li mirinan bigirin’

09:04

Leyla Işik / JINHA

WAN – Jinan têkildarî şerê topyekun yên li seranserê welat û komkujiyên têjiyîn gotin: “Werim em dayikên Kurd-Tirk bibin yek û bila canê ti dayikekî neşewite. Bila ewladê kesî nemire.”

Li komkujiyên ku tên jiyîn rojek berê yek jin jî zêde bû. Li Dîlokê çeteyên DAIŞ’ê di daweteke Kurdan de çalakiya bombeya zindî ku zarokek bikaranîn pêk anîn û 54 kesî jiyana xwe ji dest da. Jinên Wanê diyar kirin ku sedema mirinan dewlete û li dijî banga yekitiyê li jinan kir.

Nezhat Gurê diyar kir ku divê demildest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û got yê aştiyê bîn welat Abdullah Ocalane û wiha got: “Bi salan eli dijî gelê Kurd şerekî sîstematîk tê jiyîn û ev şer ji kesî re fêdeyê nayne. Di serî de jin divê hemû kes li dijî mirinan bisekine. 40 mîlyon kes tecrîda li ser Ocalan şermezar dike. heta agahiyê nedin me emê bipirsin. Ji ber tecrîdê parêzer jî nekarin hevdîtinê bikin. dixwazin têkiliya wî bi gel re qût bikin.”

‘Bila dayikên Kurd û Tirk bibin yek’

Nezahatê bang li hikûmeta AKP’ê û serokkomar kir û got: “Hun bi mirin û komkujiyan nekarin gel biqedînin. Her mirin me hinek din ji we dur dixîne. Em aştiyê dixwazin. Em çareseriyek mayînde dixwazin.ev jî bi yekitiya jinên Kurd û Tirk pêkane. Werin em dest bidin hev û bila gerîla, leşker û polîs nemirin. Em her roj bi komkujiyek nû şiyar dibin. Divê êdî em mirinan bidin sekinandin.”

Nezahatê bi lêv kir ku mifteya rizgariya gelê Kurd di destê gelê Kurd û Tirk de ye û got bila hevdîtinên bi Ocalan re dest pê bikin.

‘Hemû dayik bên em vî şerî bidin sekinandin’

Eyne Atabayê jî bang li dayikên Tirk kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû dayikan zarokên xwe 9 mehî anî dinê. Zorî û zehmetî kişandin. Me ji bo zarokên me bimrin neanî dinê. Me ji bo bibin mirovên baş anî dinên. Bila ne dayikên Kurd û ne jî yên Tirk bigrin. Ma dayikan ne gunehe. Kezeba wan dişewite. Yên êşê dikişînin dayikin. Êdî bese. Ev 40 sale xwîna mirovan dirêje. Gelek kes mirin. Ez bang dikim bila hemû dayik bên cem hev û vê xwînê bidin sekinandin.”

*Nûçegîhana Dildar

(hu)