'Parastina Eylemê peywira min û hemû jinaye’
09:06
Fîlîz Zeyrek/JINHA
EDENE-Endama KJA’yê Emîne Adibellî ji ber tevlî daxuyaniya ji bo Eylem Ataş ku li Mînbîcê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, bû û di çalakiyê de wêneyê Eylemê hilda, ji bo îfadeyê gazî kirinê. Emîneyê got: “Parastina jineke ku li dijî dijminê jinê şer kir, peywira me hemû jinaye.”
Cenazeyê şervana BOG’ê Eylem Ataşê (Cemre Hevala) ku li Mînbîcê jiyana xwe ji dest da ev 59 rojin nayê dayîn. Jin ji bo Eylemê daketin kolanan û daxwaz kirin ku mafê definkirinê pêk bê û Eylemê teslîmê malbatê bikin.
Endama KJA’yê Emîne Adibellî ji ber tevlî daxuyaniya ji bo Eylem Ataş ku li Mînbîcê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, bû û di çalakiyê de wêneyê Eylemê hilda, ji bo îfadeyê gazî kirinê. Emîneyê da zanîn ku li şûna cenazeyê Eylemê bê dayîn ji bo îfadeyê gazî wê kirine û got: “Wêneyê jineke ku li dijî dijminê jinê şer kir û jiyana xwe ji daye, hildan sûc tê hesibandin.
‘Parastina Eylemê peywira hemû jinaye’
Emînyê diyar kir ku parastina jineke ku li dijî dijminê jinê şer kir, peywira me hemû jinaye. Emîneyê wiha got: “Di çalakiya ku ji bo wê pêk hat de ji ber min wêneyê wê hilda, ji bo îfadeyê gazî min kirine. Ez rewşek karasete. Ji bo parastina jineke wisa çima sûc be. Kesên dibêjin DAIŞ rêxistinek terorê ye gazî min dikin. ev gelek bi naqoke. Bi rojane desturê nadin cenaze bê. Eylemê ji bo hemû jinên cîhanê canê xwe feda kir. Divê ev îşkence bi dawî be. Divê jin bibin yek û li dijî DAIŞ’ê dengê xwe bilind bikin. parastina wê peywira mine. Ezê têkoşîna xwe bidomînim.”
(hu)