Mamosteyên ereb: Ji bo azadiya Rêbertî em ê têbikoşin

09:07

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Mamosteyên jin ên ereb derbarê tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin kirin û got: "Çima Rêberekî wek Abdullah Ocalan ku ji bo azadiya gelên bindest û jiyana azad bi salên dirêj têkoşîn daye meşandin, evqas tecrîdeke girankirî li ser tê meşandin."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Îmraliye di bin tecrîda giran de ye. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Ji 5'ê Nîsana 2015'an de jî destûr nayê dayîn heyet biçe Îmraliyê. Piştî hewla darbeya 15'ê Tîrmehê û îlana rewşa awerte (OHAL) derbarê ewlehî û tenduristiya Abdullah Ocalan de guman zêde bûne. Têkildarê vê mijarê mamosteyên ereb tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û nêrînên xwe parve kirin.

'Felsefeya Rêber Apo felsefeya jiyana azad e'

Mamoste Wefa Elibêdê diyar kir ku tevahî gelê rojavayê Kurdistanê tecrîda girankirî ya li ser Abudllah Ocalan napejrîne û wiha got: "Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin û azadiya wî dixwazin. Rêber Apo bi fikirê xwe felsefeya jiyana azad avakiriye. Rêber Apo bi vê felsefeyê têkoşîna azadiya ji bo tevahî gelên bindest dide meşandin. Em jî weke gelê Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve daxwaza azadiya Rêberê Apo dikin. Êdî divê ev tecrîd jî were bidawîkirin."

'Rêber Apo têkoşîna azadiya gelên bindest dide meşandin'

Mamoste Asya Hiwêc jî anî ziman ku, Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe daxwaza mafê tevahî mirovahiyê dike û wiha pê de çû: "Rêberekî mîna Rêber Apo çima heya niha di girtîgehê de ye? çima evqas tecrîdeke giran li ser tê meşandin? Rêber Apo ji ber ku têkoşîna azadiya gelên bindest dide meşandin ev qas tecrîdeke giran jî li ser tê meşandin. Berxwedaniyeke bêhempa dide meşandin, ev jî ne sûc e ku ji bo wê Rêber Apo were girtin û tecrîd li ser were meşandin e. Em ji tevahî saziyên navnetewî dixwazin ku bi leztirîn dem ji bo azadiya Rêber Apo têkevin dewrê û rola xwe bileyîzin."

'Em ê her dem ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîn bikin'

Bûseyna Ubêd jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha axivî: "Her dem ez vê pirsê dikim, gelo çima dewleta Tirkiyê rêberekî mîna Rêber Apo heya niha di girtîgehê de hiştiye û hemû dewlet jî li beramberî vê bêdeng dimînin? Em hemû dizanin ku Rêber Apo têkoşîna yekîtiya gelan û avakirina jiyaneke azad dide meşandin. Ji bo vê yekê em ji tevahî saziyên mafê mirovan daxwaz dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo gavên bil ez bavêjin. Em jî weke jin her dem dê ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşînê bidin meşandin û lê xwedî derkevin."

(hs/rc)