HPC-Jin li Hesekê parastina sivîlan dikin

09:39

Lava Sîrac/JINHA

HESEKÊ - Li bajarê Hesekê jinên ku cihê xwe di nava HPC-Jin'ê de digrin û ji bo ewlehiya sivîlan li benda qontrolê dimînin, diyar kirin ku ew ê axên xwe terk nekin.

Li bajarê Hesekê şer û pevçûn di navbera YPG/YPJ'ê, Asayîş û rêjîmê de didome. Sivîl ji ber şerê dijwar berê xwe didin bajarên din yên Kantona Cizîrê. Ji bo parastina sivîlan HPC-JIN li ser bendên qontrolê xwe bi cih kirin û diyar kirin ku ew ê parastina axa xwe bikin.

'Ji bo parastina tevahî pêkhateyan em virin'

Endama HPC-Jin Bêrîtan Ehmed anî ziman ku ew ji bo parastinê li ser benda qontrolê ye û wiha domand: "Ez bi armanca parastina sivîlên ku ji ber êrîşên rêjîmê û pêxwasên wê li vir im. Em riyê wan bi ewle dikin, ji bo zirar neghêje wan. Em îro ji bo parastina hemû pêkhateyan li vir in. Jixwe rêjîm dixwaze aloziyê di navbera gelan de derxe û aramiya ku li bajarê Hesekê tê jiyîn xera bike."

'Rêjîm û pêxwasên wê tucaran nikarin vîna me bişkînin'

Wîdad El-Hisêna ereb jî bi lêv kir ku ew ji bo parastina sivîılan li ser benda qontrolê ye. Wîdadê destnîşan kir ku rêjîm û pêxwasên wan nikarin vîn û wekheviya di navbera gelan de bişkînin û wiha pêde çû: "Armanca rêjîmê ahengiya di navbera gelan de xirab kirine. Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe vê hewlê vala derbixin. Heya Hesekê ji rêjîmê tê paqij kirin em ê li ber xwe bidin.

(hs/rc)