Asli Erdogan hîna di hurca yek kesî de tê girtin

10:14

JINHA

STENBOL - Endama Lijneya Şewirmendiya Weşanê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan a ku li hucreyê de tê girtin daxwaza wê ya ji bo derbasbûna qawîşên girtiyên siyasî bi gotina "Çend rojên din jî bisekire, piştre biryarê bide" hat redkirin.

Piştî ku rojnameya Ozgur Gundemê ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Stenbolê ve hat girtin endama Lijneya Şewirmendiya Weşanê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin û girtin. Asli li hucreya yek kesî de tê girtin. Asli di 19'ê tebaxê de hatibû girtin û biribûn Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.

Asli ji hucreyê xwest derbasî qawîşa girtiyên siyasî bibe. Lê ev daxwaza wê ji aliyê rayedarên girtîgehê ve bi gotina "Çend rojên din jî bisekine, piştre biryarê bide" hat redkirin.

(zt)