Jinên Til Temir piştgirî didin berxwedana Hesekê

10:32

JINHA

TIL TMEIR- Jinên Til Temir bi armanca piştgiriya berxwedana Hesekê xwarin ji bo şervanan amede dikin.

Di 16'ê Tebaxê de hêzên rêjîmê û pêxwasên wê êrîşî gelê sivîl ê bajarê Hesekê kirin. Di encama êrîşê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û gelek sivîl birîndar bûn. Şervanên YPG/YPJ'ê û Hêzên Asayîşê bi berxwedana xwe gelek cih ji destê rêjîmê rizgar kirin. Jinên bajarê Til Temir jî, bi armanca piştgiriya şervanan dest bi amadekirina xwarinê kirin. Jin li navenda Kongra Star a bajar amade bûn û bi hev re xwarin ji şervanên ku di şerê Hesekê de cihê xwe digirn amede dikin.

Rêveberiya Kongra Star Çinar Yûsif diyar kir ku, ew wek jinên bajarê Til Temir ji bo şervanan xwarinê amade dikin û wiha got: "Em xwarinê ji şervanan re çêdikin, jin ji hemû saziyan alîkariyê dikin û xwarinê ji bo şervanan çêdikin. Bijî berxwedana Hesekê, wê serkeftin ya me be."


Endama Kongra Star Emşa Mihemed jî berxwedana Hesekê silav kir û wiha axivî: "Ev heftiyeke ku têkoşînek mezin li Hesekê tê meşandin, em silavên germ ji şervanan re dişînin û bi taybet ji hêzên Asayîşê, YPJ / YPG'ê. Wê serkeftin ya şervanan be, wê serkeftin a Hesekê be."

Rêveberiya Dadgeha gel jî Neda Elî jî kiryarên rêjîma Baas şermezar kir û berxwedana gelê Hesekê silav kir. Nedayê bi lêv kir ku şervanan di berxwedana xwe de gelek cih ji çeteyan rizgar kirine û wiha dirêjî da gotina xwe: " Li vir çi ji destê me bê em ê bikin. Bêguman wê serkeftin a bajarê Hesekê be, wê serkeftin a şervanên azadiyê be."

Jinan bi çêkirina xwarinê re dirûşmeyên "Bijî berxwedana Hesekê, serkeftin a Hesekê ye" berzkirin.

(sş/ja/hs/rc)