Dayikên Aştiyê ketin ser rêya Dîlokê
10:48
JINHA
WAN – Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo şêwirmendiya bi malbatên xizmên xwe di komkujiya Dîlokê de windakirîn ketin ser rêya Dîlokê.
Di 20’ê Tebaxê de li salonek dawetê ya Dîlokê teqin pêkhat û 54 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo şêwirmendiya bi malbatên xizmên xwe di komkujiyê de windakirîn endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ketin ser rêya Dîlokê. Di dema rêketinê de ji dayikan Xurşê Turgut axaftinek kin kir. Xurşê da zanîn ku ji bo li gel malbatan bin û êşa wan par bikin dê biçin Dîlokê.
Zekiye Kaya jî balkişand ser tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û got: “Ji ber ku Rêberê me dibin tecrîdê dene ev bûyer hemû çêdibin. Heya Rêberê me azad nebe, ti civak azad nabin. Em ê biçin li hemberî komkujiyan hevgirtina bi gelê xwe re li Dîlokê mezin bikin.”
(db/zt)