Dê sibê Eren Keskîn li dozgeriyê îfade bide
11:31
JINHA
STENBOL - Hevgerînendeya Weşanê ya Giştî ya Ozgur Gundemê ya berê Eren Keskîn dê sibehê biçe Serdozgeriya Komarê ya Edliyeya Stenbolê û îfade bide.
Hevgerînendeya Weşanê şa Giştî ya Ozgur Gundemê yê berê Eren Keskîn dê sibehê biçe Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê û îfade bide Serdozgeriya Komarê. Roja ku Ozgur Gundem hatibû girtin polîsan bi ser mala Erek Keskîn de girtibûn û bi îdiaya der barê wê de biryara girtinê heye li malê lêgerîn hatibû kirin.
Piştî ku Eren ji raya giştî re par ve kir û gotê Dê biçe dozgeriyê îfade bide, serdozgeriyê îdia kiribû dê îfade li emniyetê bê wergirtin. Piştî vî nêzîkatiya dozgeriyê Eren gotibû teqez dê neçe emniyetê û li wir îfade nede.
(zt)