Leşkerên rejîmê jina 18 salî qetilkirin
11:34
Tebax
23
/ 2016
JINHA
HESEKÊ - Li Hesekê sekvanên rejîma Sûriyeyê ciwana 18 salî qeti kirin.
Sekvanên rêjîma Sûriyeyê, li Hesekê bi şev derûdora seat di 21:00 an re jina bi navê Qebes Xalid El-Metrûd a 18 salî dema ku bi dayika xwe re diçûn taxa Seken Şebabî da ku birayê xwe yê ku li wir e gulebaran kirin.Welatiyan Qebes Xalid El-Metrûd ku derbe di serê xwe de xwaribû rakirin Nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Hesekê, lê li wir jiyana xwe ji dest da.
Qebes El-Metrûd, ji bajarê Dêra Zorê ye, beriya çend salan li bajarê Hesekê bi cih bûne.
(zt)