Li Girkê Legê girîngiya komîn û meclîsan hat nîqaş kirin

12:52

JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Bi armanca hêzkirina û pêşxistina xebatên Meclîs û Komînan civîn û nîqaş berdewam dikin.

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo gel bikaribe xwe bixwe birêve bibe û sîstema xwe ji jêr ve bide rûnişkandin, komîn û meclîs ên tax û gundan hatine sazkirin. Niha jî nîqaş û civînên aktîfkirin û pêşxistina xebatê ji hêla TEV-DEM’ê tê meşandin. Di civîna ku nûnerên TEV-DEM’ê amade bûn de, hevserokên meclîs û komînan beşdarî civînê bûn û rola komîn û meclîsan bi berfirehî hate bidest girtin.

Di civînê de endamê rêveber ê TEV-DEM’ê Bijar Dêrik derbarê pêşketinên dawî yên li herêmê diqewim in, êrîşên rejîmê ya li ser Hesekê û encama berxwedana gel, bi taybet jî pêşdeçûna hêzên ewlekariyê bi berfirehî nirxand. Bijar berxwedana gel li Hesekê wek mînak nîşan da û got: “Civaka perwerdekirî dizane xwe biparêze. Lewma divê em rengê xwe yê komînal nîşan bidin.”

Piştre ji aliyê Yasir Morcan ve belgeyek derbarê rol û mîsyona komîn û meclîsan a ku ji hêla TEV-DEM’ê amade bûye, hate xwendin. Di belgeyê de di serî de rola komînan wek dendika herî sereke ya ku civak li ser wê tê damezirandin, hate pênasekirin û hewcehî bi xurtkirina naveroka wê hate diyarkirin. Di belgeyê de herwiha kêmasiyên di aliyê pêkanîn û ferasetên ku hîna wateya komînan fêm nekirine, bi berfirehî hate bi dest girtin.

Civîn bi gotûbêjên derbarê giringiya xebatên komîn û meclîsan de bi dawî bû.

(rd/en/rc)