‘Em ê heya dawiyê piştgiriya berxwedana Hesekê bikin’

13:51

JINHA

TIL TEMIR - Jinên bajar piştgiriya xwe ji bo şervanên berxwedaniya Hesekê nîşan dan, xwarin ji bo şervanan şand Hesekê û gotin: "Em ê heya dawiyê piştgiriya berxwedana Hesekê bikin."

Weke tê zanîn di 16’ê mehê de, ji aliyê rejîma Bees û pêxwasên wê ve êrîş li dijî hêzên Asayîşê hate destpêkirin. Piştî mezinbûn û kurbûna şer şervanên YPG'ê jî destek dan Hêzên Asayîşê di parastina bajar û rizgarkirina wê de. Di encama şer de gelek dever hatin rizgarkirin. Jinên bajarê Til Temir jî xwestin bi çêkirina xwarinê piştgiriyê bidin berxwedana Hesekê, xwarin amadekirina û ji şervanan re şandin.

Endama Buroya Pêwendiyên Derve ya Kongra Star Ebla Dawê jî di nava jinên xwarinê amade diki dene. Ebla da zanîn ku ew piştgiriyê didin şervanan û wiha dom kir: "Em heya dawiyê bi çi rengî bibe dê piştgiriya şervanên YPG'ê, Asayîşê û hemû kesê ku cihê xwe di parastina Hesekê de digire, bikin. Em berxwedana wan silav dikin û wê serkeftin a me be."

(sş/rh/hs)