Li Hesekê agirbest hat îlankirin

14:07

JINHA

HESEKÊ - Li ser daxwaza rûspî û eşîrên herêmê li bajarê Hesekê agirbestek hate ragîhandin.

Li bajarê Hesekê di 7 rojên derbasbûyî de di navbera şervanên YPG, YPJ, Asayîş û Hêzên Parastina Civakî ji aliyekî û hêzên rêjîma El-Baas, çeteyên wê, hêzên Îranî û Huzbellah a Lubnanê de şerekî dijwar hebû. Hêzên YPG û Asayîşê di van rojan de gelek noqteyên girîng û stratejîk girtin.Piştî ku başûrê Çemê Xabûrê jî bi temamî hate rizgarkirin rûspî, eşîreyên herêmê û hin dewletan ji bo sekinandina şer destwerdan kirin. Ji ber vê yekê şevê di saet di 02.00’an de agirbest hate îlankirin.

Yek ji mercên vê agirbestê ew e ku hêzên rêjîma El-Baas û çeteyên wê ji bajarê Hesekê derkevin û hêzên Asayîşa Rojava bajêr biparêzin.

(kom/zt)