Di teqînekê de Fehîme ya 12 salî jiyana xwe ji dest da
17:06
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê, xwişkên hev Fehîme (12) û Dîlan Korûmaz (13) dema diçûn li xaniyê xwe yî li Taxa Kanîka binêrin teqînek pêk hat. Di encama teqînê de Fehîmeya 12 salî jiyana xwe ji dest da û xwîşka wê Dîlan jî ji lingê xwe ve birîndar bû.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê her du xwişkên hev Fehîme (12) û Dîlan Korûmaz (13) dema diçûn li xaniyê xwe yî li Taxa Kanîka (Zeynel Abîdîn) binêrin teqînek pêk hat. Piştî teqînê ekîbên zabiteyî çûn cihê buyerê û her du xwişkên hev birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Li gel hemû hewldanan Fehîme Korûmaz a 12 salî ku ji qirika xwe bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Dîlan Korûmaz a ji lingê xwe birîndar bû û di laşê wê de perçeyên şerapnela hene jî, tê tedawîkirin.
Piştî buyerê malbata zarokan hat nexweşxaneyê û li dijî vê bertek nîşan dan.
(kom/zt)