Ebru Gunay: Dema tecrîd kûr dibe şer jî kûr dibe

17:15

JINHA

AGIRÎ - Parêzera Rêberê PKK'ê Ebru Gunay di panela bi navê "Ji Ocalan re azadî" de axivî û ev tişt anî ziman: "Her gava ku tecrîda li Îmraliyê tê kûr kirin, şerê li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî pêre kûr dibe. Divê tecrîda li Îmraliyê bê bi dawî kirin."

Rêxistina DBP'ê ya Agiriyê li avahiya partiyê bi beşdariya parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay û Endamê PM'ya DBP'ê Abdullah Ersoz panela "Ji Ocalan re azadî" li darxistin. Di salona panelê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin û Wekîla HDP'ê yên Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, rêveberên DBP û HDP'ê jî di nav de gelek kes beşdar bûn.

Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay destnîşan kir ku ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve ji Ocalan tu agahî nayê girtin, bi taybetî piştî derbeya 15'ê Tîrmehê fikarên der barê ewlehî û tenduristiya Ocalan de gelekî zêde bûne. Ebru aşkera kir ku fikarên heyî bi hevdîtineke rû bi rû dikare bê derbaskirin.

'Dema tecrîd kûr dibe şer jî kûr dibe'

Ebru destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê dema tê kûr kirin, şerê li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî pêre kûr dibe û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Mesele ne hemî têkiliyên Birêz Ocalan bi dervere hatiye qutkirin, li wir pergalek heye û ev bandorê li ser Kurdistanê dike. Dema lîderek bê tecrîd kirin, ew gelê girêdayî wî û fikrên wî jî tên tecrîd kirin. Me ev yek li Îmraliyê dît. Ya rast têkiliyeke xurt di navbera Birêz Ocalan û gelê kurd de heye."

Panel bi pirs û bersivan dawî bû.

(zt)