Li Geverê ‘qedexeya derketina kolanan’
08:08
Tebax
24
/ 2016
JINHA
COLEMÊRG – Li navçeya Geverê piştî li dijî maşîneyek zirxî ya polîsan çalakî pêk hat, 3 roj “qedexeya derketina kolanan” hat îlankirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî li taxa Gungorê li dijî maşîneyê zirxî ya polîsan bi roketan çalakî pêk hat û di encamê de polîsek birîndar bû, “qedexeya derketina derve” hat îlankirin. “Qedexeya” ku li ser hoparlorên mizgeftan hat aşkerekirin dê di saet 06.00’an de dest pê bike û heya 3 rojan berdewam bike.
(kom/zt)