ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên Wanê bertek nîşanê komkujiya li Dîlokê da û got êdî ew tehemulê mirinan nakin.

*Sultan Şavur ku Nisêbîn terk nekir û li ser xaka xwe kon veda, ji aliyê hêzên dewletê ve ji lingê xwe birîndar bûye. Sultanê got çawa têl rabin wê biçe mala xwe û bang kir ku her kes ji bo avakirina Nisêbînê bikevin nava tevgerê.

*Çanda civakekê tê wateya nasnameya wê. Rêvebera TEV-Çandê têkîldarê xebatên parastina çanda civakî de nirxandin kir û wiha got: "Çanda mirovan nasnameya wan e, çand dîrok û pêşeroj e. Divê çand neyê wenda kirin."

*Jinên ku li Rojava ketine ferqa girîngiya parastinê an bi xwe yekser tevlî xebata parastinê dibin an jî berê zarokê xwe didin qadên parastinê. Jin dibêjin: Azadî parastina welat e."

*Zarokên bi navê Muhemmed û Diyar di temenên biçûk de barên giran danîne ser milên xwe. Da ku pêwistiyên xwe pêk bînin serê sibê radibin û berê xwe didin Parka Koşuyoluyê û dendikan difiroşin.

*Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Foza Yûsif têkîldarê geşedanên dawî yên li Rojava û siyasetê rêjîmê ya li Hesekê nirxandin kir. Fozayê got: “Erîşên li ser Hesekê encama lihevkirinên qirêj yên Tirkiyê, Îran û Sûriyê ne. Hemû stratejiyên xwe li ser vê didin rûnişkandin.”

*Delîlayê ku dengê xwe ji çiyan, çeman û giran derbasî kolan, qad û malan kir, hunera xwe bi têkoşîna xwe re kir yek. Delîlayê hestên xwe derbasî mîlyonan kesî kir. Delîla 9 sal berê îro jiyana xwe ji dest da û zarokên ku hatin dinê navê wê lê hat danîn, stranên wê li ser zimanan geriya.

*li Urlayê her rojên şemiyê Bazara Keda Jinê tê avakirin û ev bûye cihê dan û standinê ya alternatîf. Taybetiyeke din ya bazarê, sînorê temen tine.