‘Êdî bes e tehemmula me nemaye’
09:01
JINHA
WAN – Jinên Wanê bertek nîşanê komkujiya li Dîlokê da û got êdî ew tehemulê mirinan nakin.
Li Dîlokê roj berê li hember daweteke DBP’ê êrîşa bombeyî pêk hat û 53 sivîl hatin qetilkirin. Bertekên li dijî vê berdewam dikin. jinên Wanê bertek nîşanê komkujiyê dan.
Îrem Dogu ya 55 salî diyar kir ku berpirsê komkujiyê hikûmeta AKP’ê ye û got: “Her ku Kurd dibêjin werin li ser maseyê runin ew komkujiyan pêk tînin.”
Îremê bi lêv kir ku kesê komkujî pêk aniye hîna zarok bûye û got DAIŞ di demên dawî de zarokan dikin bombeyên zindî û wiha berdewam kir: “Bi salane kesên dibin serokwezîr dixwazin Kurdan biqedînin. Lê Kurd ti car neqedyan. Kurd ne Kurdên berê ne. Tiştên li wan hatine kirin ji bîr nakin.
Redîra Sarihan ya 47 salî jî destnîşan kir ku tevî hemû êrîşan ew bangên ji bo aştiyê dubare dikin û gotin: “Em naxwazin dayik bigrin. Em dixwazin demildest çareserî pêk bê. Bila zarok nemirin. Çi sûcê can ciwanan heye. Em her roj zarokên xwe dikin bin erdê.”
‘Tehemula me nemaye’
Zekiye Kayayê jî bi lêv kir ku êrîşên DAIŞ’ê giran bûne û got AKP ji van êrîşan berpirse û wiha got: “Em êdî dibêjin bese. Em bang li hemû kesî dikin ku bila maseya çareseriyê bê avakirin. Van mirovan çi li we kiribû. Hun li dawetên me, mîtîngên me, mewludên me êrîşan dikin. êdî bese. Tehemula men emaye.”
Aliye Balikê jî destnîşan kir ku yekane navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalane û got ew êdî naxwazin xwînê bibînin û got tevî hemû êrîşan ew carek din dibêjin aştî.
Perişan Aslan(65), jî diyar kir ku ew komkujiyan lanet dike û got şer li dijî jin û zarokan tê kirin. Perîşanê da zanîn ku ew dest ji daxwaza xwe ya aştiyê nakin.
(db-ng/hu)