Birîndar bû lê xak û hêviya xwe winda nekir

09:02

JINHA

MÊRDÎN-Sultan Şavur ku Nisêbîn terk nekir û li ser xaka xwe kon veda, ji aliyê hêzên dewletê ve ji lingê xwe birîndar bûye. Sultanê got çawa têl rabin wê biçe mala xwe û bang kir ku her kes ji bo avakirina Nisêbînê bikevin nava tevgerê.

Sultan Şavur ku xaka xwe terk nekir û piştgirî da berxwedana Nisêbînê di dema dagirkirinê de ji aliyê hêzên dewletê ve lingê wê birîndar bûye. Ji ber xesara di lingê wê de hîna di meşê de zehmetiyan dikişîne. Sultanê li gundê Bawerne ku 10 kîlometre ji bajar dure kon veda û têde dijî.

‘Em dibêjin vê zilmê ji ser me rakin’

Sultan Şavur ya di salên 1990’î de ji Cizîrê koç kir û hat Nisêbînê diyar kir ku ew koçberiyeke din rake û got: “ Li Cizîrê mala me şewitandin û gundê me şewitandin. Em hatin vir. Li vir jî mala me bi serê me de xerabe kirin. Ji me re gotin an hun bibin cerdevan an emê wek bikujin. Me jî got em nabin cerdevan. Ji ber vê gundê me şewitandin. Em hatin Nisêbînê. Li vir jî heman tişt li me kirin. Em dibêjin vê zilmê ji ser me rakin. Li vir jî heman tişt anîn serê me.”

'Ez xaka xwe terk nakim’

Sultanê bi lêv kir ku ji vir şûnde tişta bê kirin eve ku têl bên rakirin û mala wan ji nûve bê avakirin û got: “Ez xaka xwe terk nakim û ji Tirkan re nahêlim. Ez naçim bajarên Tirkiyeyê. Ezê ji nûve mala xwe ava bikin. ger cih ji me re ava nekin emê zivistanê nekaribin îdare bikin.”

Sultanê bang kir li her kesî kir ku Nisêbînê tenê nehêlin.

(kom/hu)