Jinên Til Temir: Azadî parastina welat e
09:05
Ronîda Hacî /JINHA
TIL TEMIR – Jinên ku li Rojava ketine ferqa girîngiya parastinê an bi xwe yekser tevlî xebata parastinê dibin an jî berê zarokê xwe didin qadên parastinê. Jin dibêjin: Azadî parastina welat e."
Jinên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê nêrîna xwe derbarê wate û girîngiya parastinê parve kirin. Jinan diyar kirin ku erka xweparastinê dikeve ser milê her kes û gotin divê pêşengiya parastinê ciwan bikin.
'Ji bo parastinê min kurê xwe şand'
Ji jinan Nûra Tahir anî ziman ku divê dayîk pêşiya parastinê li zarokên xwe negrin û wiha got: "Wan beşdarî erka parastinê bikin. Niha di rewşa şer de ji bo me parastina axê pir girîng e. Min kurê xwe ji bo parastinê şand qadê. Gelek ciwan ji welat û netewên din tevlê parastinê dibin. Lê hin kes jî hene ku ji erka parastinê reviyane berê xwe dane welatên biyanî. Li wir parsektiyê dikin. Bila zarokên me, keç û xortên me axa xwe biparêzin. Axa me pir şirîn e. Niha rewş wek ya berê jî nîne, her tişt em bixwe dikin, saz dikin û xweş dikin. Ya girîng ne pere ye, herî girîng cewherê însan bixwe ye.”
'Em li Rojava bi ser ketine'
Edla Tahir jî da zanîn ku kurê wê berê xwe daye qadên xweparastinê û wiha pêde çû: "Welatek bêparastin mehkûmê bindestiyê ye. Dema çeteyan êrîşê Til Temir kirin me axa xwe neterikand, me bi hêza xwe parastina welat kir. Em li Rojava biser ketine û azad bûne. Divê em xwedî li nirxên ku di encamê berdêlên giran de hatî bi dest xistin derkevin. Hin ciwan hene malbatên xwe hiştine û ji welat çûne. Axa me cihê kal û bavê me ye. Bila kes ji bo pere welat bernede. Yên dayik, bav, malbat û axa xwe ji bîr bike bila qala welat neke. Yên derve bila vegerin. Parastina xwe bikin. Berê em bi hesreta her tiştekê bûn, niha her tişteke me heye. Em zimanê xwe pêş dixin. Çima em biçin dewletên cuda? Em bi rojava serbilind bin.”
(en/rc)