'Şerê Hesekê di encama lihevkirinên qirêj de pêk hat'

09:23

Gulan Botan/JINHA

QAMIŞLO- Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Foza Yûsif têkîldarê geşedanên dawî yên li Rojava û siyasetê rêjîmê ya li Hesekê nirxandin kir. Fozayê got: “Erîşên li ser Hesekê encama lihevkirinên qirêj yên Tirkiyê, Îran û Sûriyê ne. Hemû stratejiyên xwe li ser vê didin rûnişkandin.”

Li rojavayê Kurdistanê piştî ku bi berxwedaniyek mezin navenda bajarê Minbicê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê rizgarbû, vê carê rêjîma Sûriyê û hevkarên wê li bajarê Hesekê şer dan destpêkirin. Têkîldarê geşedanên li Rojava û siyasetên ku tên meşandin endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Foza Yûsif nirxandinên girîng kirin. Foza diyar kir ku şerê li Hesekê encama siyasetên qirêje û wiha got: “ Rewşa ku li Hesekê tê jiyîn, encama siyaseta dijî Kurda ye. Îro Sûriyê di nava aloziyek mezin de ye. Hêzên ku biryarek wisan a êrîşkirina gel dane, encama siyasetek qirêje. Armanc aloziya li Sûriyê kurkirine. Ji ber ku îro pêşketinên hêzên QSD, rizgarkirina bajarê Minbicê, bi taybet ji bo rêjîma Sûriyê û dewletên dagirker ên ku dixwazin hegomontiya xwe ser gel bidin meşandin ku di navde Tirkiyê û Îran jî heye ji bo xwe wekî tehdîtekê dibîn in. Her pêşketinên di çeperên şer ên gelan de çêdibin, ev hêz ji bo xwe wekî xeta sor dibînin û li ser vî bingehî lihevkirinên qirêj pêşdixin. Encama van polîtîkayên qirêj jî êrîşkirina Hesekê ye.”

'Îro kurd li her derê wekî rola kilitê dileyizin'

Fozayê anî ziman ku êrîşên li ser Hesekê encama lihevkirinên qirêj ên hêzên wekî Tirkiyê, Îran û Sûriyê ne û hemû stratejiyên xwe li ser vê didin rûnişkandin û wiha domand: "Ji bo ku kurd di hindirê Rojhilata Navîn de nebin xwedî statûyek siyasî, çi proje, plan û gav avêtinên xizmeta statuya kurdan bike, ev hêz hemû dijminatiyên xwe datînin aliyekê û ser kurdan dibin yek dest. Dibe ku di salên 1970-80’an de bandoreke wê ya mezin hebû ji bo pêşî li van pêşketinan bigire. Lê di roja îro de astê ku gelê kurd gihêştiye destûr nade vê polîtîkayê. Tevahî hesabên wan yê li ser gelê kurd ya li Sûriye yê, wê bê encam bin. Li ser vî bingehî dibe ku ev lihevkirin heya cihekî astengiyan derxîne, projeya Federsyona Bakurê Sûriyê û sistema netewa Demokratik paşde bixin, lê proje têk naçe. Îro kurd li her derê wekî rola kilitê dileyizin. Lihevkirinên van hêzan ji niha ve binketine û negihiştine armanca xwe. Ji ber ku bingeha wê ya siyasî û dîrokî ku bikaribe bi ser bikeve tuneye. Hemû pêşveçûnên roja me demokrasiyê ferz dikin, di guhertin û veguhertinê de israr in. Lê ev hêzan bi aqilê 200 sal berê dixwazin pirsgirêkan çareser bikin. Êdî model û projeya wan di şexsê Îraq, Sûriyê, Misir, Lîbya de îflas kir. Modela netew dewlet a ji derveyî faşîzmê ji xwe re tiştek din nayne, îflas kir. Lê mixabin hîn jî Tirkiyê û Îranê ji vê ders negirtine, bi heman rêbazê dixwazin siyasetê bikin û ser bikevin. Ev eşkereye, gotinek heye dibêje 'Bi avê moxilê dikişin” tu encam jê dernakeve, tenê bi xwe re şer, kuştin û xwînê tîne. Lê dawiyê wê projeya netewa demokratîk ser bikeve. Ew jî neçarin dawiya dawî statûya kurdan qebûl bikin."

'Eger hinek rewabûna rêjîmê mabe jî piştî şerê li Hesekê winda kir'

Fozayê destnîşan kir ku, Xweseriya Demokratîk li rojavayê Kurdistanê êdî wekî hebûnekî ku kes nikare înkar bike û wiha pêde çû: "Bi yekîtî û hevkariya gelan îro xweseriya Demokratîk û îlankirina Federasyona Bakurê Sûriyê gavên dîrokî ne. Biryara azadî, sîstemeke demokratîk, biryara hemû kes, hêz, netew û gel bikaribin xwe îfade bikin girtine. Êdî tu hêz nikare van gelan ji vê biryarê paşde bixe. QSD'ê, federasyona Bakurê Sûriyê û tecrûbeya Xweseriya demoratîk encama vê têkoşînê ye. Êdî hemû gelan biryara jiyanek nû dane, tu lihevkirinên paşvero nikarin pêşiya vê biryarê bigirin. Li Hesekê, wê rêjima Sûriyê ya mayî jî belav bike. Ev destpêkek a bi dawîbûna rêjîmê ye. Ji ber ku Tirkiyê xefkek pir mezin vekir û rêjîm jî bê aqilbûn ket wê xefikê. Tişta ku heya niha hişt ku rêjîm bimîne ser lingê xwe aramiya ku di projeya federasyona Sûriyê dihat pêşxistine. Her wiha siyaseta li vê derê dihat meşandin bû. Ji ber ku her tim rejîmê digot em hemberî hêzên terorîst şer dikin, bi wî rengî ser lingan dima. Bi vî aweyî xwe di raya giştî de jî dida qebûlkirin. Lê niha hêzek rewa wekî YPG, YPJ'ê û gelek ku jiyana xwe birêxistin dikin, rêve dibin, hemû di nava sîstemek hevbeş û wekhev de bi hemû mafên xwe dijîn heye. Tiştek ku rêjîm pêş bixe tune ye, ji bo vê yekê eger hinek rewabûna wê mabe jî di pişti Hesekê de wenda kir."

'Kobanê di cîhanê de bû nasnameyek'

Fozayê balkişand ku şerê Hesekê wê pêşî li rewşeke siyasî û pêvajoyek nû veke û dirêjî da gotina xwe: "Heya niha gelek aliyan digot rêjîm û Rêveberiya Xweser yek in, YPG, QSD bi rêjîmê re ne, gelek gotinên wisan dihatin belavkirin. Propagandeyek a reşbûnê ji aliyê Tirkiyê, koalisyon û hêzên navnetewî dijî Rêveberiya Xweser dihat belavkirin. Ne dixwestin kurd bibin xwedî statû, lê ew kesên ku wisa digotin wê niha ji bo rewşa Hesekê çi bêjin. Em vê pir mereq dikim. Wê helwesta koalosyon, hêzên navnetewî li hemberî vê rewşê çi be. Ev gotinên reşkirinê yên dijî kurd, PYD'ê û hemû pêkhate û Rêveberiyê, êdî bi rewşa Hesekê re hemû têkçûn. Derket holê ku ev gotin hemû valaye. Pêwîste hemberî vê helwestek were nîşandan. Bendewariya hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê heye ku koalisyon helwestek bi zelal li hemberi statuya ku hatiye pêşxistin nişan bide. Pêwîste helwestek zelal were nişandan hemberî ne tevlîbûna xweseriya demokratîk ji dan û standinê Cenevre re. Êdi eşkere bû ku pêwîstiyek bi siyasetek nû û helwestek nû heye. Em dibêjim Kobanê Xweseriya Demokratîk rewa kir, bi êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser gelê me yê Kobanê, derket holê ku ev gel, YPG û YPJ'ê li hember hêzek terorîst û faşîst şer dike. Kobanê di cîhanê de bû nasnameyek. Bi vê êrîşa rêjîmê re jî wê federasyona bakure Sûriyê rewa bibe. Ji ber ku ev êrîşên balafiran li ser welatiyên sivîl îspat dike ku êdî pêwîstî bi sîstemek nû heye. Sîstemek ku tê de dîktator û nîjatperestî nebe."

'Em ê berxwe bidin'

Fozayê ser hevkariya DAÎŞ, Tirkiyê û rêjîma Sûriyê ku di heman eniyê de cephekî faşîst dijî gelan girtine derbirî û wiha pêl da axaftina xwe: "Erdogan li bakurê Kurdistanê dijî Kurdan komkujiyan pêş dixe. Rêjîma Esed jî li Rojava komkujiyan pêşdixe. Erdogan ji bo kurd nebin xwedî statû her tiştî dike, îro DAÎŞ û rêjîma Sûriyê jî heman tiştî dike. Ev êrîşa ku rêjîma Sûriyê li Hesekê kir, ji sedî sed bi destekdayîna çeteyên DAÎŞ’Ê ye, ev jî tê wateya ku ji serkeftina Minbicê ne rehetiyek heye. Ger niha şer li Hesekê pêşneketa wê niha li Babê û Cerablus şerek dijwar li dijî çeteyên DAÎŞ’e pêş biketa. Ji bo vê jî ew maskeya rêjîme jî, dê li ser rûyê Erdogan jî ku bi salane dibêjin em ne bi DAÎŞ'ê re ne careke din îsbat bû ku DAÎŞ, rêjîm û Tirkiyê di heman eniyê de ne. Ev rastî di Minbicê de hat ditin. Heya ku Minbic di destên DAÎŞ de bû, rêjîm û Erdogan rihestsiz nebûn. Kengê Minbic ket destê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê qiyamet rakirin. Ev qiyameta çiye? Ev qiyamet hemû da ku kurd nebin xwedî statû. Lê em jî wisa dibêjin, çiqas ev lihevkirin mezin bibin jî, vîna gelan, projeya netewa demokratîk, projeya federasyona Bakurê Sûriye ji van lihevkirinan hemuyan bi hêztir û xurtir e. Lihevkirina gelan li hember lihevkirina faşîstên DAÎŞ, rêjîma Sûriyê û Erdogan wê bi serbikeve. Em bi vê biryarê dibêjin heya rêjîm dev ji vî rêbazî bernede em ê rêya berxwedaniyê tercîh bikin."

‘Divê her malek bibe eniyê berxwedanê'

Fozayê bi lêv kir ku wê şerê li Hesekê serkeftina wan nîşan bike û wiha berdewam kir: “Banga me ji bo gelê me ew e ku divê her yek ji wan bibe wek endamek YPJ'ê û YPG'ê û Asayîşê tev bigerin. Ger em dixwazin dawiyê li vê zilmê û lihevkirinên yên li dijî vîna gelan bînin, divê em hêza xwe ya parastinê xurtir bikin. Divê her malek bibe eniyê berxwedanê. Her mirovek bibe hêza parastinê. Eger em bi vê bîr û baweriyê tev bigerin, ne balafir, tang û top, ne ti tişt nikare vê pirojeya têk bibe. Ev proje tevî her tiştî wê bi ser bikeve. Carek din ez berxwedaniya gelê me pîroz dikim, çawa em di Kobanê de ser ketin em ê di Hesekê de jî ser bikevin.”

(hs/rc)