9 rojin Nevîn Oyman dibin çavan dene

10:20

JINHA

ŞIRNEX – Hevşaredara Hezexê Nevîn Oyman Girasun, 9 rojin dibin çavan dene.

Hevşaredara navçeya Hezexa Şirnexê Nevîn Oyman Girasun, di 16’ê tebaxê de li mala xwe ya ser Cadeya Adile Neşit a Taxa Atakentê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Piştî lêgerîna malê Nevîn binçav kirin û birin Emniyeta navçeyê. Li gel sedema binçavkirinê nehat zanîn jî bi rojane dibin çavan de tê girtin.

Di 21’ê nîsanê de jî Nevîn di serdegirtina Navenda Çand û hunera Hezexê de li gel Hevşaredar Mehdî Aslan hatibû binçav kirin.

(zt)