Parêzerên Abdullah Ocalan bi saziyan re hevdîtin dikin
10:39
JINHA
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî binpêkirina mafan û tercîda li ser Ocalan tê meşandin, bi CÎSST'ê re hevdîtin kirin.
Parezerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya tecrîd û binpêkirina mafan a li ser muwekîlê wan Abdullah Ocalan bi dawi bibe û bi saziyên parêzer, saziyên civakî û saziyên girtîgehê re hevditin kirin. Parêzerên Ocalan di çarçoveya ziyaretan de bi rêxistinên saziyên civakî, înisiyatifan, rojnameger, saziyên hiqûqê, rêxistinên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî, hevditin kirin. Dîsa Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Ceza (CİSST), Koma Parêzerên Hemdem, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem û Buroya Huqûqê ya Gel jî ziyaret kirin. Pêzeran di ziyaretan de dosyayên der barê Ocalan û zextên li ser Ocalan parve kirin.
(zt)