Ciwan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
11:12
JINHA
KOBANÊ - Yekitiya Ciwanên Rojava li beramberî tecrîda şidandî meşeke girseyî lidar xistin. Di meşê de êrîşên li ser bajarê Hesekê ya rejîma Baas û komkujiya li Dîlokê hate şermezarkirin. Li Amûdê jî Desteya Ciwanên Kantona Cizîrê daxuyanî dan.
Meşa YCR'ê ji gundê Êdiqî despêkir û heya navenda bajêr, li ber paykera Jina Azad domiya. Bi sedan ciwanan alên YCR, TJC û posterê Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hilgirtin û bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Dîsa dîsa serhildan, serokê me Ocalan" û "Hesekê xema nexwe kobanê bi te re ye" berz kir. Pankartên "Bi serkeftinên Kobanê, Minbic û Hesekê em ê tolhildana şehîdên Dîlokê hilînin", "Bi Ruhê Pêşengtiyê, Emê Rêber Apo Azad bikin" û "Bi Rihê 15'ê Tebaxê, emê dagirkeriyê li Hesekê tune bikin" hat bilinkirin.
Meşa ku li ber Peykera Jina Azad dawî bû, li wir Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Şêrîn Osman axivî. Şêrînê di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda şidandî û diyar kir ew ê bi çalakiyên xwe vê tecrîdê vala derxin û wiha got: "Amedebûna me li vir, valaderxistina êrîşên li ser Hesekê, Dîlok û tecrîda li ser Rêbertî ye. Ji bo wê me ev meş lidarxist. Em şagirtên Rêber Apo ne. Em ê her tiştî ji bo azadiya Serokê xwe bikin."
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Şêrîn Osman di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku, di herêmê de şerên desthilatdariyê pir zêde ne û wiha domkir: "Lê em wek gelê Kurd şerê parastinê dikin. wek ku Rêber Apo jî dibêje emê tucar êrîşê kesekê nekin, lê heya dawiyê em ê xwe biparêzin. Em jî bi taktîkên pêşketî êrîşan vala derbixin."
Rêvebera Tevgera Jinên Ciwan Roheyv Kobanê jî axivî. Ruheyvê got, "Em hemû çalakiyên ku dikin ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêbertî ye. Her ku şoreş mezin dibe, teqîn û êrîş jî zêde dibin. Em ê li beramberî êrîşên Dîlok, Hesekê û herêmên din bêdeng nemîn in û asta parastina xwe xurtir bikin."
Çalakiya ciwanan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
AMÛDÊ
Li bajarê Amûdê jî Desteya Ciwanên Kantona Cizîrê daxuyaniyek dan. Daxuyaniya ku bi tevlîbûna endam û rêveberên Desteyê û ciwanan pêk hat, hevseroka Desteya Ciwanan Hemrîn Omer daxuyanî xwend. Hemrînê komkujiya li Dîlokê wek kiryareke qirêj ya dewleta Tirkiyê li beramberî gelê Kurd nirxand û diyar kir ku, ew ê li dijî van êrîşên hovane wek ciwanên Rojava bêdeng nemînin. Hemrîn îşare bi êrîşên rejîmê li ser Hesekê û kuştina bi dehan sivîlan jî kir û da xuyakirin dê ciwan ji bo parastina welat û destkeftiyên şoreşê erka xwe ya dîrokê bi cih bînin. Daxuyanî bi çepik û dûruşmeyên "Şehîd Namirin", "Ciwan hêza Pêşeng a Şoreşê ne" dawî bû.
(rê/ze/rh/rc)