Şahida bûyerê: Peyîwirdaran dizanî

13:25

JINHA

DÎLOK - Duh dayika zavayê ku di deweta wan de bombe teqiya diyar kiribû ku êrîşkar ne zarok bûye, daiya bûkê Gulistan Akdogan jî piştrast kir ku êrîşkar ne zarok bûye. Akdogan da zanîn ku peywîrdarê ku îfadeya wan girtiye, aşkera kiriye ku du rojan ew şopandine û ev tişt got: "Dema şopandina me dizanibû, çima mudaxale nekirin, çima nebûn asteng?"

Piştî Serokomarê tirk Erdogan der barê komkujiya Dîlokê de agahî da û îdia kir ku kesê êrîşkar zarokekî 12-14 salî bûye, dayika zavê Muhbet Akdogan a 43 salî ya li Nexweşxaneya Akademiyê tê dermankirin bi gotinên wekî "ne zarok bû" Serokomar Erdogan derew derxist, bi heman awayî dayika bûka bi navê Besna Akdogan, Gulistan Akdogan ev rewş piştrast kir û got "êrîşkar ne zarok bû."

Gulistan Akdogan a 66 salî piştî di êrîşa bombeyî de birîndar bû û li texweşxaneyê hat derxistin, diyar kir ku di demên dawî de 2 xizmên wan di demên dawî de întixar kirine, wan xwestiye deweta keça xwe bêdeng pêk bînin, lê keça wê bi gotinên wekî "Roja mina herî kêfxweş e, ez naxwazim bêdeng pêk bînim" û xwestiye merasîma dawetê pêk bê. Gulistan diyar kir ku wan xwestiye şeveke hinê li dar bixin û ev tişt got: "Me biryara bila bi tembûr be lê piçûk pêk bê. Me tembûreke piçûk anî. Radyoyeke piçûk hanîn, li ber wê me govend gerand. Em hemû xizmên hev in, tu kesê xerîb tune. Çend çîranên me hatibûn. Me li kuçeyê kesekî xerîb dît. Me got qey parek e. Li vir parsek diçin dawetan. Heta me got 'biçin derxin dê çi bibe çi nebe.' Wan jî got 'ne pêwîst e dê tiştek nebe."'

'Ne zarok bû li ser wî êleg hebû'

Gulistan piştrast kir ku kesê li kuçeyê ditiye ne zarok bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em hemû zarokan nas dikin, ne zarok bû. Yekî ciwan bû kal jî nebû. Her dem di nava tevgerê de bû. Li cihê xwe nedisekinî. Ez li cihê qerebalix hevekî dûr bûm. Di carekî de dengek hat û her der bû agir. Mirov perçe bûn. Dema min serê xwe bilind kir her kes li erdê bû."

'Kesên em şopandine kî ne?'

Gulistan herî dawî anî ziman ku kesekî li nexweşxaneyê ji wan re got ku 'hûn bi rojan bûn dihatin şopandin' û ev tişt li axaftinên xwe zêde kir: "Ev kî bûn çima me dişopînin, min xwest bêje lê negot. Yekî peywîrdar bû îfadeya min digirt, dema buyerê dipirsî û min nasnameya wî nepirsî. Ez di şoqê de bûm, nehat hişê min ez bipirsim. Madem em dişopandin çima mudaxale nehat kirin? Em dixwazin bersiv bê dayîn, bila ev kujer bên dîtin. Dema kurd tên kuştin ne xema kesî ye."

(zt)