Li Geverê piştî qedexeyê li taxan dest bi lêgerînê kirin

13:33

JINHA

COLEMÊRG – Li Geverê piştî îlankirina “qedexeya derketina derve", hêzên dewletê yên ku her derê navçeyê dorpêç kirine li taxan dest bi lêgerînê kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî serê sibehê ji bo 3 rojan “qedexeya derketina derve” hat îlankirin, li navçeyê gelek noqte ji aliyê leşker û polîsan ve bi maşîneyên zirxî hatin dorpêçkirin. Bi taybetî hêzên dewletê li ser riya Îpekê bi cih bûn û li Taxa Esentepeyê dest bi lêgerînan kirin. Polîsên ku dem bi dem nasnameyên welatiyan kontrol dikin, bi anonsan zarokên ku li gel qedexeyê li kolanên xwe dilîzin, hişyar dikin.

(kom/zt)