KESK: Bi OHAL’ê re 452 endamên sendîkayê ji kar hatin dûr xistin

14:00

JINHA

AMED – Şaxa KESK’ê ya Amedê girtin û binçakirinan bi OHAL’ê re şermezar kir û daxuyand ku bi OHAL’ê re 452 endamên sendîkayê ji kar hatin dûr xistin û 10 endamên wan hatine girtin.

Şaxa KESK’ê ya Amedê ji bo girtîn û binçavkirinên ku bi Rewşa Awarte re hat destpêkirin, şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya KESK’ê pêk hat. Berdevkê KESK'ê Salahalattîn Alp diyar kir ku, bi hewldana derbayê re Tirkiyê ket nav aloziyek û ji bo xwe ji aloziyê rizgar bike OHAL 'ê îlan kirin. Sebahattin destnîşan kir ku dewlet li ser navê cemaate operasyon da destpêkirin lê ji bilî KHK'ê û cemaatê bi sedan Rojnama û di ser girtina malan de jî b sedan kes hate girtin.

Sabahattin aşkera kir ku, heya niha li tevahiya Kurdistan û Tirkiye yê 452 endamên sendîkayê ji kar hatine dûr xistin û 10 kes jî hatin girtin. Salahattin da zanin ku tenê li Amedê 36 endam ji kar dur in û her wiha daxwaz kir ku, dewleta tirk demîldest hevalên wan berde û yên ji kar hatine derxistin jî cardin divê dest bi karên xwe bikin.

'Bila karê xwe li gorî hiqûqê pêk bînin'

Selahattin helwesta dewletê jî bi bîr xist wiha pêde çû: "Wek tê zanin di 2009-2013'an de em bi hinceta 'Endamên rêxistinê’ hatin girtin. Em dibêjin endamên me yên ku ji kar hatine derxistin bila di demek nêz de vegerin li ser karê xwe û yên girtî serbest bên berdan."

'Derbeya leşkerî li ser sîvîlan pêk tînin'

Selahattin li ser pergala taşeroniyê rawestiya û ev tişt got: “Taşerontî li hemberî rêxistina karker û kedkaran astengên mezin çê dike. Lê bila baş bê zanin ku em heya dawiyê ligel endamên xwe ne. Li hemberî êrisên wan em ê bi têkoşina rêxistinî vala derbixin."

(hk-ra/ho/rc)