Parêzerên Asli Erdogan girtina wê îtiraz kirin
14:19
JINHA
STENBOL - Parêzeran girtina Endama Lijneya Şêwira Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gunemê Asli Erdogan îtîraz kir û xwestin serbest bê berdan.
Endama Lijneya Şêwira Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gunemê Asli Erdogan, piştî 8'mîn Dadgeha Sulh Ceza der barê rojnameya Ozgur Gundemê de biryara girtinê da hat binçavkirin û hat girtin. Dadgehê bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye", "Endamtiya rêxistinê" û "Yekîtiya dewletê xera kiriye" der barê Asli de biryara girtinê da û şand Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Parêzerê Rojnameya Ozgur Gundemê Prz. Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz li 4'emîn Dadgha Sulh Ceza îtîraz kirin û xwestin Asli Erdogan serbest bê berdan.
Parêzeran di îtîrazê de diyar kirin ku girtina Asli Erdogan li gorî Qanûna Bingehîn, rêgezên Parastina Mafên Mirovan a Ewropa, Zagona Çapemeniyê Dadgeha Qanûna Bingehîn û DMME'ê nayê qebûlkirin û li dijî pîvanan e. Parêzeran di îtîrazê de destnîşan kirin ku sedema girtina Asli Erdogan ewe ku ji polîtika û feraseta îxtîdarê re xizmet nekiriye. Parêzaran anîn ziman ku ji ber navê wê di kunyeya rojnameya Ozgur Gundemê re derbas dibe hatiye girtin û ev li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye.
Parêzeran di îtîrazê de biryarên AYM'ê yên der barê Can Dandar û Erdem Gul de jî mînak dan û xwest Asli Erdogan serbest bên berdan. Parêzeran xwest Asli Erdogan bê berdan û ger neyên dê serî li 5'emîn Dadgeha Sulh Ceza bidin.
(zt)