Piştî agribestê welatiyên Hesekê vedigerin
14:57
Lava Sîrac/JINHA
HESEKÊ - Ji saetên serê sibê de, welatiyên bajarê Hesekê ku ji ber kiryarên rejîma Baas ji bajarê xwe derketibû û xwe spasrtibûn deverên bi ewle vedigerin malên xwe.
Welatiyên bajarê Hesekê yên taxên şer lê hebû, ji ber êrîşên rejîma Baas ên li ser sivîlan ku 7 rojan berdewam kir, ji bajarê xwe derketibûn û xwe spartibûn cihên bi ewle yên wekî Dirbêsiyê, Qamişlo, Amûdê û gundên derdorê. Piştî îlankirina agirbestê welatî vegeriyan warê xwe. Welatiyên bajarê Hesekê bi dûruşmeyên “Bijî YPG-YPJ”, “Bijî Asayiş” û “Bijî HPC” ketin bajar.
Jina Ereb a ji taxa Ezîziyê Nicûd Hesen ya ku bi malbata xwe re derketibû, berê xwe dabûn Dirbêsiyê. Nicûd bi pêkhatina agirbesta di navbera hêzên YPG-YPJ û rejîmê de vegerya û kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Ez pir kêfxweşim ku şervanên YPG-YPJ'ê bajarê me rizgarkirin û aramî vegerandin bajar. Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazim û spasiya hemû şervanên şervananYPJ-YPG, HPC'ê û Asayişa Gel dikim."
(ls/en/zt)