Li Lîcê ‘qedexeya derketina kolanan’ hat îlan kirin
16:04
Tebax
24
/ 2016
JINHA
AMED - Qaymeqamtiya Licê, li 14 gund û mezrikên girêdayî wan heta fermana duyemîn "qedexeya derketina derve" îlan kir.
Li Licêya Amedê, ji aliyê qaymeqamtiyê ve "qedexeya derketina derve" hat îlankirin. Herêma ku pevçûnên dijwar lê didomin û herî kêm 4 leşker mirin, 8 jê jî birîndar bûn jî di nav de li gundên Kiralan, Dernek, Çeper, Yamaçli, Acimeşe, Ergîn, Tûzla, Bîrlîk, Şenlîk, Çalibuku, Aspeyen, Akçapinar, Pûnyen û mezrikên girêdayî wan saet ji 12.30'an pê ve heta fermana duyemîn "qedexeya derketina derve" hat îlankirin.
(zt)