Dayikên Aştiyê: Çareseriya vî şerî Abdullah Ocalan e
16:08
JINHA
STENBOL - Dayikên Aştiyê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hefteya 43'emîn de li ber Qesra Dolmabahçeyê hatin gel hev û gotin "Ji bo şer raweste em ew qas têkoşîn didin, lê hikûmet bi ketina Sûriyeyê şer kûr dike." Dayikan aşkera kir ku tenê Ocalan dikare pêşî li şer bide girtin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Mutabaqata Dolmabahçeyê di hefteya 43'emîn de li ber Qesra Dolmabahçeyê bûn. Dayikan di çalakiyê de pankarta "Dê dayik rê nedin şer" vekirin û wekî her hefte bi dovîz û pankartên xwe li qadê ji ber hemû êrîşên nijadperest jî çalakiya xwe pêk anîn.
Her hefte polîs bi zextên wekî "hûnê 30 deqeyan çalakiyê pêk bînin" jî dayikan saetekî çalakiya xwe berdewam kir. Li ser navê meclisa dayikan Behiye Duman axivî û ev tişt got: "Ji bo şer raweste em ew qas têkoşîn didin, lê hikûmet bi ketina Sûriyeyê şer kûr dike. Heke bi Rêbertiya me re hevdîtin pêk neyê dê rewşa Tirkiyeyê ji dewletên Rojhilata Navîn kêmtir nemîne. Ji bo ev şer raweste çareserî Ocalan e."
Piştî daxuyaniyê çalakiya dayikan bi dawî bû.
(zt)