Jimara yên di komkujiya Dîlokê de jiyana xwe jidest dan giha 57’an
16:39
Tebax
24
/ 2016
JINHA
DÎLOK - 2 jê zarok 3 kesên di komkujiya Dîlokê de bi giranî birîndar bûbûn, jiyana xwe ji dest dan.
3 kesên di komkujiya Dîlokê de bi giranî birîndar bûbûn û rakiribûn nexweşxaneyê, Rabîa Îlter û Ferîde Ayhan ên ji 18 salî piçûktir û Dogan Ozcanê 20 salî jiyana xwe ji dest dan. Kesên jiyana xwe ji dest dan hejmara wan derket 57'an, hêj li nexweşxaneyê 10 jê giran 61 birîndar tên dermankirin. Cenazeyê Îlter, Ayhan û Ozcan piştî karûbarên otopsiyê bi dawî bû dê di saetên pêş de bên wergirtin û li Goristana Yeşîşkentê bên definkirin.
(zt)