Li Farqînê agirê leşkeran berdayî daristanê giha malan

18:00

JINHA

AMED - Şewata ku leşkeran li Farqînê bi daristanê xist gundên herêmê dorpêç kir. Pêtên agir gihişt malên gund.

Leşkeran li herêma çoltara gundên Şêlima, Fişat, Hindês û Cûmatê yên navçeya Farqînê guleyên hawanê avêtin çoltarê. Ji ber êrîşên leşkeriyê li qada daristanê şewat derket û bi hezaran dolim qada daristanê şewitî. Ji ber şewata zêde hin gundên herêmê di dorpêça şewatê de man. Piştî saetên nîvro leşkeran guleyên top û hawanê avêtin qada daristanê û şewat belav bû. Ji ber şewata leşkeriyê dersist bi hazaran dolim qada daristanê şewitî û agir jiyana welatiyên gundan dixin .bin talûkeyê. Maşineyên agirkuj ên şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hawarê çû û li herêmê hewl dide xeqada qada daristanê vemirirîne. Hat zanîn ku ji ber agir li qadek fireh belav bûye di vemirandina agir te kêm dimînin. Berê jî gelek caran leşkeran li herêmê şewat derxist û welatiyan bi derfetên xwe şewat vemirandin. Şaredarê Farqînê Kerem Canpolaten û gelek endamên meclîsa şaredariya Farqînê jî bi hawarê çûn û hewl didin şewatê vemirinînin.

Her çend welatiyan rayedarên AFAD û Midûriyeta Çandinî û Daristanê agahdar kirin jî rayedarên dewletê bersîva "maşîne di destê me de tune em nikarin mudaxale bikin" dan welatiyan.

(zt)