Di komkujiya Dîlokê de zarokek din jî jiyana xwe ji dest da
18:18
JINHA
DÎLOK – Zîlan Ayhan a 9 salî ku di komkujiya Dîlokê de giran birîndarbûyî jiyana xwe ji dest da. Li gel Zîlanê 58 kesan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da.
Serê sibê 3 kesên di komkujiya Dîlokê de bi giranî birîndar bûbûn û rakiribûn nexweşxaneyê, Rabîa Îlter û Ferîde Ayhan ên ji 18 salî piçûktir û Dogan Ozcanê 20 salî jiyana xwe ji dest dan. Zîlan Ayhan a 9 salî di komkujiyê de giran birîndarbûyî jî jiyana xwe ji dest da. Li gel Zîlanê di komkujiyê de 58 kesan jiyana xwe ji dest da, 9 jê giran tedawiya 60 kesan jî berdewam dike.
Heya niha di navê de 33 zarok heyî navê 50 kesên jiyana xwe ji dest dane hatine diyar kirin.
(zt)