Nobeta azadiyê mezin dibe

08:59

JINHA

OSMANIYE/ÇEWLÎK - Gelê kurd li bajarê Osmaniyê û gundên girêdayî Çewlikê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nobet girtin û azadiya Ocalan xwestin.

Saziyên kurdan ên wekî HDP, TUHAD-FED'ê li bajarê Osmaniyê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwazin starta çalakiya "Ji Ocalan re Azadî" dan destpêkirin. Di çalakiyê de endam û rêveberên HDP, TUHAD-FED û gelek welatî amade bûn. Starta çalakiya Nobeta Azadiya Ocalan li avahiya HDP'ê ya Osmaniyê hat destpekirin. Di çalakiyê de wêneyên Ocalan û pankarta "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji teridê re bes e, Em ji bo rûmeta xwe di nobetê de ne" daliqandin. Welatiyên tev li nobetê bûn xwestin demek berî demekê Ocalan azad bibe. Hevserokê HDP'ê yê Osmaniyê Yuksel Tecik, diyar kir ku ji bo avakirina aştiyê divê Ocalan azad bibe. Yuksel, anî ziman ku azadiya Ocalan azadiya gelan e û xwest hemû gelê Tirkiye li azadiya Ocalan xwedî derkevin.

Nobet dê her şev saet di navbera 18.00 û 22.00'an de li avahiya HDP'ê berdewam bike.

ÇEWLİG

Li gundên Çewlikê jî di pêşengiya KJA, DBP û HDP'ê de Nobetên Azadiya Ocalan didome. Nobeta Azadiya Ocalan di roja 13'an de li gundê Çilkanî berdewam kir. Çalakiya ku li qada gund pêk hat, rastî eleqeyek mezin hat. Endamê Meclisa DBP'ê Adnan Sari, Endama KÎD'ê Hatice Kavran endamên meclîsa şaredariyê û KCD'ê jî amade bûn. Hevseroka HDP'ê yê Çewlikê Zerrin Berdibek, diyar kir ku ew ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha bi tu awayî ji Ocalan agahî nastînin û xwest tecrîd bi dawî bibe û anî ziman ku heta ew tecrîdê bişkînin dê çalakiya xwe berdewam bikin.

(zt)